24 Tebax 2016•Rojanekirin: 24 Tebax 2016
ADANA
Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê îdianameya ku der heqê Fîgen Yuksekdaga Hevseroka Giştî ya HDPyê de bi sûcdarkirina "Biçûkdîtina hikûmeta Komara Tirkiyeyê" û bi daxwaza heta du salan cezaya hepsê hatibû amadekirin qebûl kir û der heqê wê de doz hat vekirin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin lêpirsîna ku der heqê Yuksekdagê de ji ber axaftinên wê yên di daxuyaniyên wê yên li civînên çapemeniyê û merasimên cenazeyan ên ku li Edeneyê beşdar bibûyê de hatibû vekirin, hat temamkirin.
Der heqê Yuksekdagê de çend roj berê bi sûcdarkirina "Biçûkdîtina hikûmeta Komara Tirkiyeyê" îdianame hatibû amadekirin, ev îdianame ji aliyê Dadgeha Cezaya Esliyeyê ya 11emîn a Edeneyê ve hat qebûlkirin û der heqê wê de bi daxwaza heta du salan cezaya hepsê doz hat vekirin.
Di îdianameyê de hat diyarkirin ku di çarçoveya lêpirsînê de ji bo ku îfadeya Yuksekdag bê sitandin ji Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê re telîmat hat nivîsandin lê belê digel teblîxata ku hat derxistin Yuksekdag ji bo ku parastina xwe bike neçûye buroya telîmatê ya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê.
Di vê navberê de hat ragihandin ku dê doz di 8ê kanûna pêşîn de bê dîtin.