08 Sibat 2017•Rojanekirin: 08 Sibat 2017
ÎSTANBUL
Hat ragihandin ku rêvebiriya Amerîkayê ji bo werzîşvanên îranî yên ku wê li Las Vegasê beşdarî Qûpaya Dinyayê ya Salona Tîravêjiyê bibin, qedexeya vîzeyê rakir.
Daxuyaniya Serokê Federasyona Tîravêjiyê ya Îranê Mihemed Elî Şocaî li ser malpera federasyonê hat weşandin. Şocaî diyar kir, piştî ku dadgeha federal biryara qedexeya vîzeyê ya Donald Trumpê Serokê Amerîkayê da sekinandin, ji bo verzişvanên îranî yên ku wê li Las Vegasê beşdarî Qûpaya Dinyayê ya Salona Tîravêjiyê bibin, qedexeya vîzeyê hat rakirin.
Şocaî destnîşan kir, sê roj ji misabaqayan ra ma, paşê vîze dan verzişvanên îranî û wiha dewam kir: "Vîzeya tîrvanên îranî ku wê beşdarî Qûpaya Dinyayê bibûna, ji ber ku bi destê Balyozxaneya Ermenistanê ya Amerîkayê dereng hat dayîn, derfeta me ya beşdarbûna tûrnûvayê tuneye."
Serokê DYAyê Donald Trump 27ê çiliya paşîn de biryarnameyak îmze kirîbû. Li gor biryarnameyê ji çar mehan penaberan qebûl nakin û ji bo 3 mehan vizeyê nadin welatiyên Iraq, Îran, Libya, Somalî, Sûdan, Sûriye û Yêmenê.
Ji ber biryarnameyê werzişkarên Îranî mexdur bûbûn. Biryarnema piştî demeke din ji aliyê dadgeha federal ji bo demeke berwext hatibû betalkirin.
Qûpaya Dinyayê ya Salona Tîravêjiyê wê di navbera 10 û 12 sibatê li Las Vegasa bajarê DYAyê bê kirin.