MERSÎN
Di hefteya 32yemîn ya Lîga Super Spor Totoyê de Fenerbahçeyê tîma Mêrsîn Îdmanyurdu 1-0 têk bir.
Pêşbirk li stada Mêrsînê hat lîstin.
Emre Belezoglûyê ji tîma Fenerbahçeyê di deqîqeya 90+3emîn de gola Fenerbahçeyê avêt û li hemberî Mersîn Îdmanê pêşbirk 1-0 qezenc kir.
Fenerbahçeyê bi vê encamê pûana xwe derxist 70yan.