ÎSTANBÛL
Galatasaraya ku di Lîga Şampiyonan a UEFAyê de têdikoşe, îşev di rovanşa tura 2emîn de dê bi Chelseaya tîma Îngilistanê re bê hemberî hev.
Pêşbirk li gor saeta Tirkiyeyê di 21.45an de, li bajarê Londonê di Satada Stamford Brîdgeyê de dê dest pê bike.
Hakem Felîx Brychê ji Federasyona Fitbolê ya Almanyayê jî dê pêşbirkê birêve bibe.
-Pêşbirka ewil bi beramberiyê qediya
Galatasaray û Chelsea di pêşbirka ewil a ku li Stenbolê hat lîstin de 1 û 1 beramber mabûn.
Galatasaray heke di vê pêşbirkê de bi sernekeve, têk biçe û yan jî 0-0 beramber bimîne dê ji Lîga Şampiyonan a UEFAyê bê jibartin.
Galatasaray a nûnerê Tirkiyeyê dixwaze ku têkoşîna xwe ya di Lîga Şampiyonan a UEFAyê de di fînala çaryek de jî bidomîne.