Şenhan Bolelli
27 Nîsan 2025•Rojanekirin: 27 Nîsan 2025
Barcelonaya ku di maça fînalê da Real Madrid 3-2 têk bir, Kûpaya Kral a fitbola Îspanyayê bi dest xist.
Barcelonaya ku bi awayekî çak dest bi pêşbirkê kir, di deqîqeya 28em da bi gola Pedri va 1-0 da pêşiyê.
Nîvê yekem yê maçê bi xalibiyeta Barcelonayê ya 1-0 va bi dawî bû.
Di destpêka nîvê duyem ê maçê da dîrektorê teknîkî yê Real Madridê Carlo Ancelotti, Rodrygo vekişand û Kylian Mbappe kir şûnê.
Zilamê teknîkî yê Îtalyan di deqîqeya 55em da jî Arda Gulerê lîstikvanê neteweyî kir şûna Dani Ceballos û Luka Modrîç jî kir şûna Lucas Vazquez.
Gola ku Real Madridê ji bo wê gelekî cehd kir, di deqîqeya 70yem da hat avêtin. Mbappe bi lêdana serbest va gol avêt.
Tîma spî û eflatûn fişara xwe domand û di deqîqeya 77em da di kornerê da ya Arda Guler emiland, Tchouameni di qada cezayê da xwe baş çeng kir, serî lê da û gol avêt. Bi vê golê va Real Madrid 2-1 yek ket pêşiyê.
Di deqîqeya 84em da bi gola Ferran va tîma Katalan skor kir 2-2.
Ji ber ku di maweya xwe ya asayî da maç berambere bi dawî bû, maweya dirêjkirinê hat lîstin.
Di vê maweyê da gava deqîqe bû 116em, Jules Kounde gola xalibiyeta Barcelonayê avêt.
Barcelonayê maça ku maweya dirêjkirî jî hat lîstin, 3-2 bi dest xist û ji bo cara 32yem bû xwediyê Kûpaya Kral.
Barcelonayê kûpaya xwe ji destê Kral Felipeyê 6em wergirt.