Emrah Oktay
03 Mijdar 2024•Rojanekirin: 03 Mijdar 2024
Werzişvanê Etîyopyayî Dejene Debela di kategoriya mêran a bijarte ya Maratona Stenbolê ya 46emîn da bû yekemîn.
Maratona Stenbolê ya 46emîn ji aliyê Spor Stenbolê û sponsoriya Bankaya Kar a Tirkiyeyê (Turkiye Îş Bankasi) va hat lidarxistin.
Maratona ku unvana "Maratona tekane ya di navbera parzemînan da ya dinyayê" hildaye û di kategoriya "Etîketa Zêrîn" a Yekîtiya Atletîzmê ya Dinyayê da cih digire li aliyê Anadoluyê dest pê kir û di aliyê Ewropayê qediya.
Di maratona 42 kîlomêtroyî da Dejene Debela yê ji Etîyopyayê di kategoriya mêran a bijarte da bi ser ket. Debela bi 2 saet û 11 deqîqe û 40 saniyeyan va pêşbirk temam kir.
Werzişvanê Kenyayî Matthew Samperu jî bi 2 saet û 11 deqîqe û 55 saniyeyan va bû duyemîn.
Werzişvanê Kenyayî Kenneth Kiprop Kipkemoi, jî bi 2 saet û 12 deqîqe û 07 saniyeyan va bû sêyemîn.
- Di kategoriya jinan da Ruth Jebet bû yekemîn
Di kategoriya jinên bijarte da Ruth Jebet ya ji Bahreynê bû yekemîn ku ew bi 2 saet û 24 deqîqe û 45 saniyeyan va bi ser ket.
Erge Dîroya ji Etîyopyayê bi 2 saet û 33 deqîqe û 37 saniyeyan va bû duyemîn, Ayantu Abdî jî bi 2 saet û 33 deqîqe û 49 saniyeyan va bû sêyemîn.
Werzişvanê neteweyî Huseyîn Can jî di maratonê da bû şeşemîn.