KUTAHYA
Hatîce Taşçioglûya 55 salî ya ku li Kutahyayê dijî û pê re nexweşiya gurçikê jî heye, nêzî 6 meh ewil di rûyê wê de ûr deket û ev ûr mezin bû û bû 7 kîlo.
Bijîşka malbatê Emel Yakarici ya ku li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Ewliya Çelebî dixebite ji rojnamegeran re diyar kir ku li gor agahiyên ku ji malbatê girtine di 6 saliya xwe de di çavên Taşçioglû de pisrgirêk derketiye.
Yakarici diyar kir ku Taşçioglû ji aliyê gelek bijîşkan ve hatiye mûayenekirin, lê ji ber nexweşiya gurçikê ji 10 saliya xwe vir ve girêdayî cîhaza diyalîzê ye û wiha dewam kir:
"Di rûyê Taşçioglû de kînorek derketiye. Malbat dibêje ev kînor e û wê dibin ser bijîşk. Bijîşk jî dibêje heger neyê emeliyetkirin dê ev ûr mezin bibe. Tedawiya wê dom nekiriye û ûr mezin bûye. Niha jî ûreke 7-10 kîloyî ji rûyê wê heya serê wê dorpêç dike heye. Em derûdorê ûrê her roj pansûman dikin."
Hatîce Taşçioglûya ku bi zorê dikare biaxive jî diyar kir ku li benda alîkariyê ye û dixwaze ji vê ûrê xilas bibe.