Wezîr Muezzînoglu li Edirneyê di otêlekê de civîneke çapemeniyê li dar xist û pirsên rojnamegeran bersivandin.
Rojnamegerekî ji wezîr pirsî "Gelo wezareta we wê ji bo kesên ku qutên sexte difiroşin û dibine sedema nexweşiya gel ceza bide?" Li ser vê pirsê Muezzînoglu wiha got: "Di zagona ku em ê nû derxin de ji bo kesên ku qûtên sexte difroşin ceza hene. Di Qanûna Torbeyê ya ku wê di meha mijdarê de were meclisê de, der heqê vê mijarê de verastkirin hene.
Muezzînoglu wiha dewam kir: "Yên ku niha welatiyan dixapînin û ji bilî naverokên qûtan tiştên din jî dikin nava qûtan wê nikaribin bêjin min cezayê xwe da. Jixwe ev tiştekî rast nîne. Heman ceza ji bo yên ku reklamên xapînok dikin jî wê bê dayîn. Hinek reklaman de dibêjin "Evî qûtî bistîne, ji nexweşiya te re baş e, ev dermanê hemû derdan e". Em ê destûrê nedin ku bi reklamên wiha gel bixapînin. Li gor Qanûna Torbeya ku wê nû bê derxistin, kê qûtên sexte bifiroşe, bibe sedema nexweşiya gel û reklamên xapînok bike, ji bilî cezakirina pere wê bikeve hepsê jî."