ANKARA
Li Zanîngeha Tel Avîvê tîma Mimouni-Blochê lêkolînek kir. Di lêkolînê de hat dîtin ku di navbera mijandin û Kêmasiya Baldariyê û Aciziya Hîperaktivîteyê (KBAH) de eleqeyek heye.
Zanyaran diyar kir ku derguşên sê mehên ewil mamayê dixwîn li gor derguşên şîr dimijin 3 qatan zêdetir di bin rîska aciziya KBAHyê de ne.
Di lêkolînê de der barê şîrmêtina zarokên 6-12 salî de lêkolîn hat kirin. Dayikên wan pirsên zewacê, perwerdeyê, tansiyona ku di dema ducaniyê û nexweşiya şekir, kîloya dergûşê û hin pirsên din bi hurgilî bersivandin.
Zanyar li ser hemû faktorên rîskê sekînin û diyar kirin ku piştî welidandinê derguşên ku salekê şîrê dayikê vedixwin zû bi zû bi nexweşiya KBAHyê nakevin.
Lêkolîn di kovara "Breastfeeding Medicine" de hat weşandin.