Midûrê Rewşa Acil û Afatê ya Bajêr yê Zonguldaxê Ahmet Gungor daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku xizneyaka madenê ya taybet a ku li taxa Dîlaverê ye tep bû û sedema tepbûnê hê nayê zanîn.
Gungor destnîşan kir ku 9 kes di bin de mane û ekîbên xilaskirinê li herêmê dixebitin ku wan kesan derxin.
Waliyê Zonguldaxê Alî Kaban der barê xizneya madenê ya li taxa Dîlaverê ya ku tep bû de wiha got: "Xizne bi şev di saet 03.00î de tep bûye lê belê endezyarê berpirsiyar mijar veşartiye."
Kaban di daxuyaniyê de diyar kir ku ji ber ku bûyer ji wan veşartine haya wan dereng pê ketiye.
Kaban eşkere kir ku 8-9 kes dibin axê de mane û wiha got:
"Xizneya madenê bi şev di saet 03.00yan de tep bûye lê belê endezyarê berpirsiyar mijar veşartiye. Bavê xebatkarekî ku di bin axê de maye şeveqê di saet 11.40î de haya ewlekariyê pê dixe û em jî wisa pê hesiyan. Tedbîr hatin hildan. Ekîbên Saziya Komirê ya Tirkiyeyê û AFADê niha dixebitin. Dengê ew kesên ku di bin axê de mane tê me. Nesîbê wan hebûye ku cihê ku ji xizneyê derdikevin tep bûye. Kûrahiya tepê 20 metre ye. Niha hevalên me dixebitin ku xebatkaran ji wir derxin.
Walî Kaban eşkere kir ji ber ku dereng haya wan pê xistine der barê rayedarên xizneyê de lêpirsîn dan destpêkirin.
Hat ragihandin ku navê kesên ku di bin axê de mane wiha ye: Yuksel Gunbel, Ayhan Gunbel, Cuneyt Karagunlu, Muhammet Kîlîtçî, Mustafa Pazarbaşi, Murtaza Pazarcik, Taner Tutal, Muslum Bayrakli û Ferhat Mangir.