Haydar Şahin
08 Îlon 2020•Rojanekirin: 09 Îlon 2020
Li Puturgeya navçeya Meletiyê erd bi lerza 4,6an hejiya.
Li gor agahiyên li ser malpera Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Acil û Afatê (AFAD) di saet 13.44an da li Puturgeya navçeya Meletiyê erd bi lerza 4,6an hejiya.
Hat tesbîtkirin ku erdhej 15,09 kîlomêtro di binê erdê da çêbû.
- Ji Walî Baruş daxuyanî
Waliyê Meletiyê Aydin Barûş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li hemû bajêr bi erdheja navenda wê Puturge bû hisiyan.
Baruş ji gelê bajêr ra got derbasî be û wiha pê da çû: "Hetanî nika xebereke neyînî nehat guhên me. Ekîbên cendirmeyan û AFADê bi taxan ra têkiliyê datînin. Hatanî nika xebereke neyînî nehat. Xebatên me dewam dikin."
Ji ber erdhejê hin welatî ji mal û dikanên xwe derketin derva.