28 Sibat 2016•Rojanekirin: 28 Sibat 2016
Serokomar Recep Tayyip Erdogan: "Li gorî min azadiya bêsînor ji medyayê ra nabe. Li tu cihekî cîhanê azadiyeke bêsînor ji medayayê ra tuneye. Di van nûçeyan da, ji bo serokwezîr, ji bo serokomarê vî welatî digel vê wezîfeya xwe ya nuha, hemî cûre êrîş tên lidarxistin. Wate endamên çapemeniyê, wê bi niviskî û dîtbarî rabin êrîşî serokomar û serokwezîr bikin, wê bikevin nav leyistokên bêbextiyan û emê jî bêdeng bin? Tiştekî wisa qet ne mimkun e bibe."
"(Tehliyebûna Can Dundar û Erdem Gul) Dadgeha Makezagonê dibe ku biryareke wiha dabe. Ez bi tenê li hemberî biryara Dadgeha Makezagonê bê deng dimînim, evqas. Lê ez ne mecbûr im ku wê qebûl bikim, ez vêya bi eşkere bibêjim ez hurmetê nîşanî wê biryarê nadim û li gor wê jî tevnagerim. Çima? Lewra li holê tiştekî rast heye. Binihêrin ev biryara beraetê nîne. Ev biryara tehliyeyê ye. Bi rastî ew dadgeha ku der heqê wan de biryar da dikaribû di biryara xwe de li ber xwe bide. Heke wê di biryara xwe de li ber xwe bida ev serlêdana şexsî û yan jî biryara ku Dadgeha Makezagonê da wê beredayî derketa û yan jî ew kesên ku niha hatine tehliyekirin wê biçûna DMMEyê."
"Ev îqtidara me ya 13-14 salane, ew serdem e ku di warê fikr û hizrê da medyaya me gihiştiye xala herî îdeal. Serdema me ne ew serdem e ku zîndan ji endamên çapemeniya hertim têne tijîkirin. Heger medyaya niviskî û dîtbarî di vê mijarê da dilsoz bin bila vekin li wan kunyeyan binerin. Ew serdemên ku bi sedan endamên çapemeniyê diavêtin zîndanan, serdemên beriya me ne. Gelo ew bi sedan mirovên ku beriya me avêtibûn zîndanê, ji ber kîjan sûcan hatibûn mehkûmkirin. Lê di serdema me da ew kes ji zîndanê hatine berdan. Me pêşiya wan vekir. Bi serrastkirina qanûnan me pêşiya wan vekir."
"Ez bi şexsê xwe Tayyîp Erdogan heta tu bibêjî li pişt azadiya fikr û îfadeyê me. Lê di bin maskeya azadiya fikr û îfadeyê de, belê ez alîgirê wê yekê nînim ku êrîşî vî welatî û navê wî bê kirin. Lewra ev yek cesûsî ye."
"Ev komîsyon bi kêr tê nayê ew ne girîng e. Partiya ku desthilatdarî di destê wê de ye jî dikare pêşniyaza xwe ya der barê makezagonê de amade bike, lewra di dema serokwezîriya min de hin amadehiyên ku kiribûn hebûn. Jixwe pêşniyaza me li ber haziriyê ye. Ev yek wê pêşkeşî parlementoyê bê kirin û palemento jî bi pêşnûmayekê wê fikra xwe ya di vê mijarê de nîşan bide. Heke ji wir 330 bê wê demê pirsgirêk namîne. Diçe kê derê diçe ber milet. Di vê mijarê de yê esil berpirsyar û yê ku biryarê bide kî ye? 'Hikûm bê şert û merc yê milet e.' Ew nabêjin em Atatirkçî ne? De hadê. Heke hûn Atatirkçî ne em herin pêş milet. Hikûm bê şert û merc yê milet e.' Emê ji miletê bipirsin ka milet çi dibêje, 'bimeşin' wê demê em bimeşin. Milet çi dibêje 'na' li ser ser û çavên me. Tiştê ku divê bê kirin ev e lê ew çi dikin ji milet jî ditirsin. Pirsgirêk jî ev e û ji ber vê jî vana zû bi zû nikarin biçin pêş milet."