Abdullah Tel
30 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 31 Tîrmeh 2020
Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul ragihand ku 100 jê ji parêzeriyê hezar û 100 edlî û 100 jî jê îdarî bi tevahî ji bona hildana hezar û 200 dadgeh û dozgeran wê di 21-22yê Mijdarê da îmtihana nivîskî çêkin.
Wezîr Gul ji ser hesabê xwe yê Twitterê peyam da û got ku ew dixwaze beriya eydê du mizgînî bide.
Di peyama xwe da Gul got: "100 jê parêzerî kirine hezar û 100 edlî û 100 jî jê îdarî bi tevahî ji bona hildana hezar û 200 dadgeh û dozgeran em ê di 21-22yê Mijdarê da îmtihana nivîskî çêkin."
Gul ragihand ku ji derva û awayek neqlê va wê hezar û 100 midûrên îcrayê û alîkarên wan bên hildan û ezmûna wê jî wê di 22yê Mijdarê da bê kirin"
Wezîr Gul got: "Herdu ezmûn jî wê ji hêla OSYMyê va bên kirin. Bi gavên nû va em teşkîlata darazê xurt dikin da ku bila welatiyên me ji xizmetên edaletê bi hêsantir bikaribin îstifade bikin û armanca me ev e." Bi xêr be. Ez ji hemû namzedan ra serfirazî hêvî dikim."