20 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 21 Cotmeh 2019
Wezareta Karên Navxweyî daxuyand 2 terorîstên navê wan di lîsteya gewr a ji ber terorê lêdigerîn da hene bi qanîkirina malbatên xwe teslîm bûn.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezaretê da hat gotin têkoşîna dijî terorê ya li hundirê sînor û dervayî sînor bi operasyonên serkeftî dewam dike, endamên PKKya rêxistina terorê ji rêxistinê direvin û teslîm dibin.
Hat gotin li Wanê jî 2 terorîst teslîm bûne û daxuyaniyê wiha dewam kir: "2 terorîstên navê wan di lîsteya gewr da hene û bi 300 hezar lire xelatê va lêdigeriyan bi qanîkirina malbatên xwe teslîmî Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr bûn."