Haydar Şahin
18 Îlon 2019•Rojanekirin: 19 Îlon 2019
Alî Hamza Pehlîvanê Waliyê Şirnexê got, "Kadroyeke me ya hêzdar heye. Her roj xwendingehên me yên teze tên avakirin. Temîrata 70 xwendingehên di dema çalakiyên barîqat û çalan da zirar dîtibûn hat temamkirin, xwendingeh hatin vekirin. 17 xwendingeh jî bi destê TOKIyê tên avakirin."
Li pêşiya Walîtiya Şirnexê ji bo Hefteya Dibistana Seretayî merasim hat lidarxistin, çelenk dan ber peykerê Ataturk, rêz nîşandan û Sirûda Neteweyî xwendin.
Walî Pehlîvan di merasima li hewşa Dibistana Seretayî û Navîn ya Gazîpaşayê dewam kir da axivî û ji mamoste û xwendekaran ra serkeftin xwest. Pehlîvan diyar kir ku ji bo bilindkirina asta perwerdeya li bajêr hewl didin û seferberî îlan kirin. Pehlîvan wiha pê da çû:
Em li Şirnexê bi 655 xwendingeh, hezar û 500 pol û 8 hezar mamosteyî va dest bi perwerdeyê dikin. Kadroyeke me ya hêzdar heye. Her roj xwendingehên me yên teze tên avakirin. Temîrata 70 xwendingehên di dema çalakiyên barîqat û çalan da zirar dîtibûn hat temamkirin, xwendingeh hatin vekirin. 17 xwendingeh jî bi destê TOKIyê tên avakirin. Hinekên wan ahtin temamkirin, yên din jî ew ê di demeke kin da werin temamkirin. Wezîfeya me ew e ku bi kadroyên xwe îmkanan bi awayê herî baş bi kar bînin. Înşaellah em ê sala pêşiya me bigihîjin asteke din."
Pehlîvan got ku ew ê malên mamoste û xwendekaran ziyaret bikin, bi kordinasyona mamoste, xwendekar û weliyan bi hev ra sala perwerdeyê temam bikin.
Nurettîn Yilmazê Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê Bajêr jî diyar kir ku perwerde li ser beqaya civakê tesîrê dihêle, pêşeroja welatekî bi perwerdeya rast va ronî dibe.
Rizgîn Bîrlîkê Parlamenterê Şirnexê yê AK Partiyê, Fatîh Îzmirê Alîkarê Walî, Mehmet Yarkayê Şaredar, Abdullah Çatiyê Serokê Bajêr ê Memur-Senê, xwendekar û welî beşdarî merasimê bûn.