ANKARA
Akademiya Nûçeyan ya ku di çarçoveya Vîzyona Sala 100emîn a Anadolu Agencyê de hat vekirin, bi mebesta ku di qada vejenê de nûçegihanan perwerde bike dest bi "Perwerdeya Nûçegihaniya Vejenê ya bi îngilizî" dike.
Kesên ku serî li perwerdeyê bidin, divê ji 30 salî derbas nebûbe, îngilizî baş bizanibe, nexweşiyeke wî ya bedenî û kronîk tunebe, bikaribe rêwîtiyê bike, têkiliya wî bi leşkeriyê re nema be, ji aliyê zagonê ve astengiya wî tunebe ku bikaribe di AAyê de bixebite û çar sal zaningeh xwendibe. Ev kes heta 23yê nîsana 2014an dikare serlêdanê bikin.
Namzed divê forma li ser navnîşana "www.aahaberakademisi.com" û lînka "http://aahaberakademisi.com/ApplicationForm.aspx"ê tije bikin û bi wêneyekî ve serlêdanê bikin. Formên ku tê de kêmasî hebin dê neyên qebûlkirin. Her wiha serlêdanên bi destan û ser postê dê neyên qebûlkirin.
Kesên ku dê beşdarî perwerdeyê bibin dê piştî ezmûna zimanê îngilizî ya nivîskî û mulaqatê kifş bibin. Dîroka ezmûna nivîskî di 24ê nîsana 2014an, roja pêncşemê dê kifş bibe. Ezmûna nivîskî dê 25ê nîsana 2014an de bê kirin û navê kesên ku dê bikevin mulaqatê jî dê 28ê nîsana 2014an kifş bibin. Mulaqat dê 29 û 30ê nîsana 2014an bê kirin. Encam dê 2yê gulana 2014an roja înê kifş bibe.