KOCAELÎ
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan li Gebzeya navçeya Kocaeliyê derbarê pêvajoya çareseriyê de axivî û wiha got: "Niha her tişt di rêya xwe de dimêşe, lê rewşê dê çi diyar bike? Gavên ku bên avêtin, dilsozî û dirustî dê rewşê diyar bike. Di van pêvajoyan de divê mirov dilsoz, durist, bibiryar û wêrek be."
Akdogan got ku pêvajoya çareseriyê AK Partiyê da destpêkirin û piştî ku pêvajo dan destpêkirin bi hin astengiyan re rûbirû man. Akdogan wiha dewam kir: "Kêngî Tirkiye bi biryarî tevgeriya, hin hêzên tarî ketin dewriyê û ber li pêşketinê girtin. Me got 'gavên demokratîk' êrîşa Reşadiyeyê pêk hat. Bûyera Xabûrê pêk hat. Me got 'pêvajoya Osloyê' êrîşa Sîlvanê (Farqîn) çêbû. Me got 'Pêvajoya Çareseriyê' bi hinceta êrîşên li ser Kobanê bûyerên şidetê derketin holê. Her cara ku me gav avêt li hemberî vê gavên ku pêvajoyê sabote dikin hatin avêtin. Ev bûyer tenê nayên serêmê. Heman bûyer hatin serê Ozal jî. Ozal ji bo ku peyva 'Kurd' bikar anî rastî tundiyê hat. Herwiha sedema ku Erbakan ji desthilatdariyê hat daxistin jî 'amadekirina raporên li ser pirsgirêka kurdan' bû."