25 Îlon 2020•Rojanekirin: 25 Îlon 2020
Ayhan Bîlgenê Şaredarê Qersê yê HDPyî di çarçoveya lêpirsîna li ser çalakiyên di sala 2014an da bi hinceta Kobanêyê hatin kirin da bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê hat binçavkirin.
Ekîbên Midûriyeta Ewlekariya Bajêr di çarçoveya lêpirsîna li ser bûyerên Kobanêyê yên di sala 2014an da hatin kirin û Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdaga Hevserokên HDPyê yên berê jî ji ber vê hatine girtin ya ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê dimeşîne da îro ber destê sibê çûn mala Ayhan Bîlgen a li Kolana Înonuyê û li malê geriyan.

Karûbarên ewlekariyê yên Bîlgenê hat binçavkirin dewam dikin.
Wekî mayîn hin alîgirên partiyê li pêşiya mala Bîlgen kom bûn û bertek nîşan dan.