31 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 01 Mijdar 2015
ÎSTANBUL
Li Stenbolê bombeya deng û molotofkokteyl avêtin buroya têkiliyê ya hilbijartinê ya AK Partiyê.
Li gor agahiyên ku hatin hildan hin kes û yan jî kesên nasnameya wan hê jî nehatiye diyarkirin bombeya deng û molotofkokteyl avêtin buroya têkiliyê ya hilbijartinê ya AK Partiyê ya ku li ser kuçeya Yekemîn Ondera li taxa Eyup Akşemsettîn e.
Molotofkokteyla ku avêtin buroyê cam şikênand û bû sedema şewateke biçûk. Kesên derdorê agir temirandin û polês jî li ser îxbarê hatin cihê bûyerê.
Ekîbên polêsan li derdora kuçeya ku buro lê ye tewdîrên ewlehiyê hildan û delîlên li derdorê berhevkirin.
Der heqê bûyerê de jêpirsîn dewam dike.