26 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 27 Rêbendan 2017
SAKARYA
Li Adapazariya navçeya Sakaryayê berberekî bi navê Hayatî Kutlu bi mebesta piştgiriya pêşniyaza guherîna Qanûna Bingehîna ku biryar e here referandûmê, li ser serê mişteriyê xwe "Başkan RTE Evet /Erê Serok RTE" nivîsî.
Mîna gelek komên ku li ser medyaya civakî helmeta piştgirya guherîna Qanûna Bingehîn dest pê kirine, li Adapazariyê Hayatî Kutluyê berber, bi îzna mişteriyekî xwe li ser serê wî "Erê Serok RTE" kola.
Kutlu di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnamevanan da destnîşan kir ku wê dii referandûmê da ji bo guherîna qanûna bingehîn wê bêje erê û got, "Em bang li gelê xwe dikin ku bêjin "Erê". Ya herî baş eve e."
- "Em dixwazin li seranserê welêt ev rêbaz belav bibe"

Serokê Odeya Berberana Esnaf û Pîşekarana Sakaryayê Veysel Yildiz anî ziman ku wê di referandûmê dengê "Erê" bidin û wiha got, "Em dixwazin li seranserê welêt ev rêbaz belav bibe. Dema ku welatiyan dît ku li pişta qahfê hinekan nivîsandiye "Erê ji bo serokayetiyê" bila şaş nemînin û bizanin ku Sakaryayî ye."