İbrahim Atmaca
14 Îlon 2020•Rojanekirin: 15 Îlon 2020
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin got, "Pêkan e ku li Rojhilatê Behra Spî pirsgirêk bi rêyên aştiyane werin çareserkirin. Li gor asasê heqaniyetê, pêngavên rasyonel û şamil wê ji bo çêkirinê piştgiriyê bidin. Çavê Tirkiyeyê li axa kesî nîne. Lê biryardar e ku heq û hiqûqa xer bi kesî nede xwarin."
Kalin li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir ku divê Yewnanistan û welatên YEyê dîplomasiyê heba nekin û gavên muteqabil bavêjin.
Îbrahîm Kalin wiha got:
"Tirkiye bi pêşengiya zîrek a Serokomarê me Recep Tayyîp Erdogan hem li qadê hem li ser maseyê weke aktorekî xurt wê timî maf û berjewendiyên xwe biparêze. Divê Yewnanistan û welatên YEyê dîplomasiyê heba nekin û gavên muteqabil bavêjin.
Pêkan e ku li Rojhilatê Behra Spî pirsgirêk bi rêyên aştiyane werin çareserkirin. Li gor asasê heqaniyetê, pêngavên rasyonel û şamil wê ji bo çêkirinê piştgiriyê bidin. Çavê Tirkiyeyê li axa kesî nîne. Lê biryardar e ku heq û hiqûqa xer bi kesî nede xwarin."