31 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2015
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş destnîşan kir ku Tirkiyeyê ji mijarên "girtina partiyan", "betalkirina parlementeriyê" yên ku berê qewimîn, tu encam negirt û wiha xeberda, "Ji ber hindê, berpirsiyariyeke pir dîrokî dikeve ser milên HDPyê jî. Divê li vir li ser uslûbeke demokratîk bimeşin da ku zirarê nede vî miletî, zirarê nede hilbijêrên xwe."
Kurtulmuş li Loqinteya Goksuyê bi nûnerên rojname û têlevîzyonan ên Enqereyê ra hat bal hev û ji ser sernavên aborî, polîtîkaya derva, Pêvajoya Çareseriyê û têkoşîna dijî terorê ra qewimînên sala 2015an nirxand.
Alîkarê Serokwezîr Kurtulmuş bal kişand ku rêxistina terorê bi taybetî jî di êwra dawîn a sala 2015an da li navenda bajaran çalakiyên xwe zêde kirin û wiha got, "Em hêvî dikin ku sala 2016an ji bo Tirkiyeyê bibe saleke wisa ku ji terorê hatibe paqijkirin."
Operasyonên dijî rêxistina terorê yên ku li navenda bajaran tên kirin, ji ber ku gelekî diajo hatin rexnekirin û Kurtulmuş jî wiha bersiv da, "Li ciyên ku operasyon didomin, li serê her 50 mêtreyî tevî xendekan bombeyên çalkirî hene. Ji xeynî vê, di kolanên teng da nîşanvan hatine bicihkirin."
Kurtulmuş diyar kir ku ji ber van sedeman, pêvajoyeke pir zehmet û dijwar diqewime.
- Nîqaşên der heqê partîgirtinê da
Kurtulmuş qala nîqaşên der heqê "girtina HDPyê û betalkirina parlementeriya siyasetmedarên ku ji ser danezanê nêrîna xwe eşkere kirin" jî kir. Nîqaş, piştî ku Kongreya Civaka Demokratîk dawiya hefteyê danezan ragihandibû, dewam dikin.
Alîkarê Serokwezîr Kurtulmuş da bibîrxistin ku Tirkiyeyê ji mijarên "girtina partiyan", "betalkirina parlementeriyê" yên ku berê qewimîn, tu encam negirt û wiha xeberda:
"Evqas parlementer bira ji Meclisê bên avêtin, evqas partî bira bên qedexekirin, partî bira were girtin... Ev rêbaz berê hatine ceribandin, me dît ku tu xêra van ji Tirkiyeyê ra çênebû. Ji ber hindê, berpirsiyariyeke pir dîrokî dikeve ser milên HDPyê jî. Divê li vir li ser uslûbeke demokratîk bimeşin da ku zirarê nede vî miletî, zirarê nede hilbijêrên xwe."