Rektorê Zanîngeha Alparslanê ya Mûşê Prof. Dr. Nîhat Înanç di vekirina komxebatê de axivî. Înanç di axaftina xwe de bal kişand ser tengasiyên li ser nasnameya kurdan û zimanê kurdî û wiha got: "Berê kurd wek tirkên çiyayî dihatin hesibandin û zimanê wan wek zimanê çiyayin dihat hesibandin. Kurd di nav pêvajoyeke zor û zehmet de derbas bûn îro jî hatin vê astê."
Prof. Dr. Înanç qala pêvajoya pirsgirêka kurd kir û axaftina xwe wiha domand: "Der barê kurdan de tiştên girîng di dema Turgut Ozal de dest pê kirin û qedexeya li ser kurdî hat rakirin. Gelê kurd îro jî bêyî nîqaş û tevgerên siyasî piştgiriyê dide kesên ku di vî warî de dixwazin tiştan bikin. Bi pêvajoya çareseriyê re me jî pêwîstî pê dît û li zanîngehê beşa Kurdolojiyê vekir û li zanîngehê dersên hilbijarte û xwendekarên lîsansê hene. Helbet kêmasiyên di warê kurdî de zehf in. Em ê îro di warê nûçegihaniya kurdî de der barê kêmasî û pirsgirêkan de komxebatekê bikin."