Komxebata Pirsgirêkên Nûçegihaniya Kurdî û Pêşniyarên Çareseriyê a ku Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç û Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywendariyê Mehdî Eker jî beşdar bûn dest pê kir.
Di vekirina komxebatê de peyama Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan jî hat xwendin.
Erdogan di peyama xwe ya ku ji Serokê Lijneya Rêvebiriyê û Midûrê Giştî yê AAyê Kemal Ozturk re şand de ji bo daweta Ozturk spas kir.
Serokwezîr Erdogan di peyama xwe de wiha got:
"Ez hêvî dikim ku di komxebata ku tê de li ser pirsgirêkên nûçegihaniya kurdî dê bê sekinandin û çareserî bên pêşniyazkirin de ji bo çareseriyan encamên baş derkevin. Ez ji kesên ku beşdar bûne re serkeftinê dixwazim û silavên xwe ji we re dişînim."