28 Adar 2016•Rojanekirin: 29 Adar 2016
ANKARA
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê di operasyonên ku dewam dikin de hin çal hatin girtin û gelek çek, dûrbîn û muhîmat jî hatin bidestxistin.
Hêzên ewlehiyê li Yuksekovayê ji bo ku ewlehiya kamuyê çêbibe, aramî û asayîş pêk bê bi navê Operasyona Muşterek ya Cendirmeyê Pispor Çawîş Ramazan Gulle operasyon kirin. Di operasyonê de herêm bi hurgilî hat lêkolînkirin. Hin çalên ku hatibûn kolandin ji hêla hêzên ewlehiyê ve hatin girtin û teqemeniyên bi destan hatine çêkirin jî hatin îmhekirin.
Di operasyonê de tunelên 100-150 mêtro yên ku devê wan digihîje hundirê malan hatin tespîtkirin. Tunel hatin girtin, gelek çek, dûrbîn û muhîmat jî hatin bidestxistin.