Haydar Şahin, Abdullah Tel
26 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2020
Li Wan, Bidlîs, Hekarî û Mûşê ji ber qedexeya derketina derva ya tevdîrên dijî vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) kûçe, kolan û meydan vala man.
Li Wanê ji ber qedexeya derketina derva ya ku ew ê hetanî saet 05.00ê roja duşemê li hemû welêt dewam bike kolanên Cumhuriyet û Kazim Qerebekirê û Meydana Bêşyolê vik û vala man.
Ekîbên polêsan ên li hin herêmên bajêr kontrolên xwe domandin jî kontrol kirin ku hela guh didin tevdîran an na.
Li Mûş, Hekarî û Bidlîsê jî bi destpêkirina qedexeyê kuçe û kolan vala man.
Li 7 bajarên herêma Rojhilatê Anadoluyê ji ber sînordarkirinê kuçe û kolan vala man
Li 7 bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê kuçe û kolanên bajaran di çarçoveya tewdîrên şewba vîrusa koronayê ya bi tîpa nû (Kovîd-19) da ji ber sînordarkirina derketin derva vik û vala man.
Li gor giştînameya Wezareta Karên Navxweyî li seranserê welêt duh di saet 21.00ê da sînordarkirina derketina derva dest pê kir û wê heta 05.00ê sibehê dewam bike. Li Erzirom, Erzincan, Qers, Agirî, Tuncelî, Îdir û Erdexanê cihên dîrokî, kuçe, kolan û meydan xalî man.
Hêzên ewlehiyê li ser kolanên sereke yên ketin û derketina bajaran da kontrolên xwe didomînin.
Ji bilî wezîfedaran kes derneket derva û li hemû bajaran hat dîtin ku çûn û hatina wesayîtan di asta herî kêm da ye.