01 Nîsan 2016•Rojanekirin: 01 Nîsan 2016
DIYARBAKIR
Serokwezîr Ahmet Davutoglu got: "Xeynî rizayê welatiyên me yên ku li Sûra navçeya Diyarbekirê dijîn tu gavekê neyê avêtin. Em ê her tiştî bi we ra biaxivin û bi we ra bikin. Emê bi axaftin û îstişareyê bikin lê belê em ê Sûrê bi vî halê ku terorîstan hilşandine va nehêlin. Em bi awayê herî rind dîsa ava bikin, bi îzna Xwedê em ê li dewsa şewatê gulan daçikînin."
Ji xeberdana Serokwezîr Davutoglu hin sernav:
"Pêdiviyên Silopiyê ji yê Sûrê cuda ne. Pêdiviyên Cizîrê ji yê Silopiyê cuda ne. Ji bo her yekê ji van, em cuda cuda dixebitin. Armanca me gelekî eşkere ye. Parastina însan û mekanê, bi şiklekî guncaw bi demê ra normalîzekirina jiyanê. Em dixwazin welatiyên me mercên herî baş bidest bixin. Plana ku mirovan naparêze, projeya ku xîtabî mirovan neke, bi ser nakeve. Di dîrokê da jî nabe xwedî cih.
Bila kes şik û mereqê neke, yên ku milkên wan li vir hene li gor plana mîmarî heqê wan heye ku çi bikaribin, bikin. Kesên di kirê da jî wekî ku bibin xwedîmilk em xebatan dikin. Welatiyên ku di şert û mercên dijwar da hatine û li vir dijîn bila mereqê nekin, em ê kesî mexdûr nekin. Wê her kes bigihêje şert û mercên xweş û malên baş.
Parastina Sûrê li ser du bingehan wê bimeşe. Ya yekem ji ber ku wek mîrateya çandî ya UNESCOyê hatiye îlankirin, dema ku ez Wezîrê Karên Derva bûm ez li ser disekinîm, Sûr û Bexçeyên Hevselê di mîrateya çandî ya UNESCOyê da ne. Me da qebûlkirin. Ji xeynî taybetiyên wan wê tu tişt neyên kirin. Em ê mîrateya çandî biparêzin.
Sûrên Diyarbekirê dê di çarçoveya Mîretaya Çandî ya UNESCOyê de bên parastin. Her yek ji bircan dê li gor taybetmendiyên xwe yên dîrokî bibe wekî qadekî çandî. Em ê hem Baxçeyên Hewselê biparêzin hem jî bidin nasandin. Em ê Baxçeyên Hewselê wekî yek ji mînakên herî xweşik ên xwezayê yê pêşkêşî xizmet û ziyareta mirovahiyê bikin.
Tevî Hesen Paşayê em ê Mizgefta Mezin û derdora wê wek ciyê ku gelê Diyarbekirê lê dicive wek navenda tûrîzma baweriyê biparêzin. Em ê wekî roniya çavên xwe Mizgefta Mezin biparêzin.
Bi çi awayî dibe bila bibe têkoşîna dijî terorê dê bi biryardarî bê berdewamkirin û heta hemû kolanên Diyarbekirê, hemû malên Sûrê bigihêjin aramî û ewlehiyê, nîzama kamûyê bê pêkanîn em ê kêliyek tenê jî nesekinin.
Kargehên Diyarbekirê yên ku hatin girtin dê dîsa bên vekirin, aboriya Diyarbekirê ya ku rawestiyaye dê ji nû ve geş bibe. Ji ber van bûyeran mixabin ku 26 otêl mecbûr man ku bên girtin, gelek esnaf mecbûr man ku dikanên xwe bigirin. Em ê piştgirî bidin ku ev hemû yek bi yek bên vekirin.
Em ê bi heman awayî Îçkale û derdora Hezretî Silêman jî biparêzin. Tevî dêr û mizgeftan em ê hemû berhemên dîrokî yên di nav Îçkaleyê da wek dereke taybet û li gor berhemên dîrokî yên Diyarbekirê ji nû va ava bikin.
Em ê der heqê Kolana Gazî de planeke taybet tetbîq bikin. Hemû avahiyên li ser Kolana Gaziyê dê ji aliyê derve li gor mimariya Diyarbekirê bên restorekirin. Ji bo ku kolan bê başkirin jî dê yek bi yek li ser avahiyan bisekinin."