MUŞ
Birûskê li balafira Anadolujetê ya ku di navbera Ankara û Muşê de seferê dike xist.
Li gor agahiyan balafira Anadolujetê ya hejmara TK 7089 ya ku di navbera Ankara û Muşê de seferê dike di saet 09.10an de bi 180 rêwiyan ve ji Enqereyê rabû.
Piştî demekê birûskê li balafirê xist û xisarek di sîstema radarê de çêbû. Balafir bê pirsgirêk dakete Balafirgeha Muşê.
Di balafirgehê de balafir hat kontrolkirin û piştî 2 saetan balafirê di saet 13.20an de rêwiyên xwe hildan û firî.