Özgür İlhan
07 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2022
Li Erzîncanê cotkar Veysel Kurtê ku li ber deriyê xwe bîreke 3 mêtroyî kolaye bîrê wek sarinc bi kar tîne û tê da xwarina xwe diparêze.
Veysel Kurtê 61 salî yê ku li gundê Gunebakanê ya li ser navendê dijî ji bo ku sebze, fêkî, şîr, penêr û rûnê wî xirab nebe wan di bîreke 3 mêtroyî da vedişêre.
Kurt bi saya vê bîrê hem xwarin û xurekê xwe diparêze û hem jî ji pereyê ceyranê nade.
Veysel Kurt ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku berê dema ceyran û sarinc tunebû xelkê xwarin û xurekê xwe di binê axê da diparast ku ew xerab nebin.
Kurt got ew jî bi salane wisa dike û wiha axivî: "Em gizêr, şelxem û kartolan direşînin. Di dawiya meha mijdarê da em vana çal dikin û deriyê wê digirin. Em heta meha nîsanê dikarin bixwin. Qet xirab nabin, heta wisa ku ev tiştên ku em li vir diparêzin bêtir tenduristî ne. Em ji ceyranê jî xelas dibin. Şûna sarincê ev bîr wê wezîfeyê dike."