Pêşnumaya der heqê 4 wezîrên berê Çaglayan, Guler, Bagiş û Bayraktar de, di Lijneya Giştî ya TBMMyê de nehat qebûlkirin.
Di Lijneya Giştî ya TBMMyê de, li ser Rapora Komîsyona Lêpirsînê ya der heqê 4 wezîrên berê de hat axaftin.
Di Lijneya Giştî ya TBMMyê de, piştî mijarên derî rojevê li ser pêşniyaza Lijneya Şêwirînê hat rawestandin. Di pêşnumayê de Rapora Komîsyona Lêpirsînê ya der heqê îdiayên 4 wezîrên berê de hebû.
Navê Wezîrê berê yê Aboriyê Zafer Çaglayan, Wezîrê YEyê yê berê Egemen Bagiş, Wezîrê Karên Navxweyî yê berê Mûammer Guler, Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê yê berê Erdogan Bayraktar heye.
- Çaglayan nehat sewqkirin
Di Lijneya Giştî ya TBMMyê de, mixalefet jî di nav de 517 parlementer tevlî dengdayîna nepenî ya ji bo Çaglayan bûn ka wî sewqî Dîwana Bilind bikin an na. Di encama dengdayînê de 242 dengên erê û 264 jî dengên na derketin herwiha 7 parlementer jî bê biryar man, dengek jî vala derket û 3 deng jî nehatin hisabkirin.
Sewqa Çaglayan a ji bo Dîwana Bilind hat redkirin û rapora der heqê "hewce nîne ku sewqî Dîwana Bilind bê kirin" hat qebûlkirin.
Dema dengdayîna ji bo pêşnumayê de, di şûna Serokwezîr Ahmet Davutoglu de Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan û di şûna 7 Wezîrên din de jî wezîrên din deng da.
- Guler jî nehat sewqkirin
Di Lijneya Giştî ya TBMMyê de, mixalefet jî di nav de 513 parlementer tevlî dengdayîna nepenî ya ji bo Guler bûn ka wî sewqî Dîwana Bilind bikin an na. Di encama dengdayînê de 241 dengên erê û 258 jî dengên na derketin herwiha 6 parlementer jî bê biryar man, 4 deng jî vala derketin û 4 deng jî nehatin hisabkirin. Sewqa Guler a ji bo Dîwana Bilind hat redkirin û rapora der heqê "hewce nîne ku sewqî Dîwana Bilind bê kirin" hat qebûlkirin.
- Pêşniyarnameya ji bo Bagiş jî hat redkirin
Di Lijneya Giştî ya TBMMyê de, 517 parlementer tevlî dengdayîna nepenî ya der heqê Bagiş de bûn ku wî sewqî Dîwana Bilind bikin an na. Di encama dengdayînê de 245 dengên erê û 255 jî dengên na derketin herwiha 7 parlementer jî bê biryar man, 6 deng jî vala derketin û 4 deng jî nehatin hisabkirin.
- Bayraktar sewqî Dîwana Bilind nehat kirin
Di Lijneya Giştî ya TBMMyê de, 515 parlementer tevlî dengdayîna nepenî ya der heqê Bagiş de bûn ku wî sewqî Dîwana Bilind bikin an na. Di encama dengdayînê de 219 dengên erê û 288 jî dengên na derketin herwiha 3 parlementer jî bê biryar man, 3 deng jî vala derketin û 2 deng jî nehatin hisabkirin.