Elif Orhan
28 Îlon 2017•Rojanekirin: 29 Îlon 2017
DIYARBAKIR
Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê der heqê Can Dundarê Berpirsyarê Weşana Giştî yê Rojnameya Cumhuriyetê yê ku der barê wî de di çarçoveya lêpirsîna terorê de biryara "girtinê" hat dayîn de daxwaza "bultena sor" û îadeyê kir.
Serdozgeriyê demek berê niha bi îdiaya ku di konferansa ku li hêwana konferansê ya Serokatiya Esnaf û Sanaatkaran a Diyarbekirê ya di 24ê nîsana 2016an de li Baglara navçeya navend de hat kirin de "propagandaya rêxistina terorê kiriye" lêpirsîn da destpêkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê de Dadgeriya Cezaya Silhê ya 5emîn li ser daxwaza dozgeriyê der heqê Dundar de biryara "girtinê" derxist.
Di lêgerîna ku di çarçoveya biryarê de hat kirin de li navnîşana qeydkirî ya nav welêt a Dundar de lêgerîn hat kirin û Dundar li navnîşana xwe nehat dîtin û hat tespîtkirin ku li Almanyayê ye. Serdozgeriyê li ser vê yekê der barê Dundar de "bultena sor" û "daxwaznameya îadeyê" saz kir û şand Midûriya Giştî ya Têkiliyên Derve û Hiqûqa Navneteweyî ya Wezareta Edaletê.
Dundar di lêpirsîna berdewam de bi bikaranîna gotinên ku pesnê rêbazên PKKya rêxistina terorê yên ku tê de zordarî, şîdet û tehdîd hene didin û wan meşrû nîşan dide û teşwîq dike tê sûcdarkirin.