23 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 24 Cotmeh 2015
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê hêzên ewlehiyê teqemeniya ku terorîstan kiribûn erdê teqandin.
Di daxuyaniya walîtiyê da hat destnîşankirin ku hêzên ewlehiyê ji bo ewlehiya can û malên welatiyan û pêşîlibergirtina çalakiyên terorê tevdîran hildidin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin di çarçoveya tevdîrên ku ji bo hizûr û ewlehiya welatiyan tên hildan da li ser rêya Sîlwan û Diyarbekirê teqemeniya ku terorîstan kiribûn erdê hat tesbitkirin û teqandin.
Hat destnîşankirin piştî teqînê li ciyê bûyerê hemû tevdîr hatin hildan.