Abdullah Tel
03 Gulan 2019•Rojanekirin: 04 Gulan 2019
Dadgeha Destûra Bingehîn serlêdana şexsî ya rojnameger Ahmet Altan red kir û ji bo serlêdana şexsî ya rojnameger Alî Bulaç jî biryar da ku "azadiya wî ya îfadekirinê, ewlehî û azadiya wî ya şexsî" hatiye îxlalkirin.
Lijneya Giştî ya Dadgeha Destûra Bingehîn ji bo serlêdanên şexsî yên Ahmet Husrev Altan, Alî Bulaç û Nazli Ilicaka rojnamegerein binirxînin, civiyan.
Di civînê da Lijneya Giştî ya Dadgeha Destûra Bingehîn der heqê serlêdana şexsî ya Ahmet Altanê ku ji ber doza "bangewaziya derbeyê" ya rêxistinbûna çapemeniyê ya FETOyê da girtî tê darizandin, îxlal nedît û daxwaza wî red kir.
Lijneyê ji bo serlêdana şexsî ya rojnameger Alî Bulaçê berê nivîskarê rojnameya Zamanê bû û piştî pêvajoya darizandinê hat texliyekirin jî biryar da ku "azadiya wî ya îfadekirinê, ewlehî û azadiya wî ya şexsî" hatiye îxlalkirin.
Dadgeha Destûra Bingehîn serlêdana şexsî ya Nazli Ilıcaka jî ku di doza rêxistinîbûna çapemeniyê ya FETOyê da tê darizandin ya bi hincetê ku "heqê wê hatiye binpêkirin" bi yekdengî red kir.