ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu der barê nîqaşên li ser "dardekirina" kujerên Ozgecan Aslana xwendekara zanîngehê de wiha axivî: "Di vê mijarê de tu cezakirin têrê nakin. Lewra em qala sûcekî ku derî wicdanê mirovahiyê ye dikin. Lê belê dozgeriya me, daraza me ya Tirk dê li gor rêzikên hiqûqê cezayê herî giran bide kujeran."
Serokwezîr Davutoglu berî çûna Pakistanê li Balafirgeha Esenbogayê, der barê rojeva lijneya wezîran de agahî dan û pirsên rojnamegeran bersivandin.
Hat gotin ku piştî kuştina Ozgecan Aslanê raya giştî li ser mijarên wek "dardekirin û hadim kirinê" nîqaş kir û nîqaşên li ser vê mijarê berdewam dike, Davutoglu li ser bibîrxistina vê mijarê wiha axivî:
"Ev bûyerekî hovane ye. Em hemû êşa kuştina wê xwendekarê dikşînin. Ozgecan qîza me hemûyan e. Ji ber vê yekê ev mesele meseleya me hemûyan e, em hemû di bin bandora vê bûyerê de man. Di vê mijarê de tu cezakirin têrê nakin. Lewra em qala sûcekî ku derî wicdanê mirovahiyê ye dikin. Lê belê dozgeriya me, daraza me ya Tirk dê li gor rêzikên hiqûqê cezayê herî giran bide kujeran. Bila tu kes nekeve nav gumanan. Biryara dawîn dê daraz bide."
Davutoglu li ser pirsa vesazkirinên di der barê sûcên cînsî û dest dirêjiyê de wiha got:
"Li vir qala cezayê muebbetê tê kirin. Li gor vê cezayê sucdar nayê daxistin û sûcdar 36 sal cezayê muebbetê dixwe. Di nav vî cezayê de cezayê hucrê jî heye. Dibe ku fikr û ramanên raya giştî cuda bin; lê belê li gor rêzikên hiqûqê em ê van êrîşkaran ceza bikin û heqê van êrîşkaran cezayê herî giran e. Di Lijneya Wezîran de, hemû wezîran jî li ser vê mijarê li hev kir. Em bawer in ku di vê mijarê de çi hewce bike dê daraza me cih bîne."