ANKARA
Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu der bare êrîşa Îsraîlê ya ku ji bejahiyê li ser Xezayê daye destpêkirin de wiha got: “Em êrîşa Îsraîlê ya ku li dijî mirovahiyê ya li ser Xezayê dewam dike şermezar dikin.”
Davutoglu li ser hesabê xwe yê Twîtterê got ku bi mijara Filîstînê ve wîcdana mirovahiyê careke din tê ceribandin û wiha pê de çû:
“Gavek berê ez bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî-Mun re axivîm. Em hewl didin ku Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bi heman deresayî bicive.”
Davutoglu got ku ew dixebitin û bang dikin ku Teşkîlata Hevkariyê ya Îslamê ya li New York û Cideyê, Konseya Mafên Mirovan a NY jî bi lez bicive.