- Almanya -
Rojnameyên Almanyayê Bîld, Suddeutsche Zeitung, Die Welt, Spiegel Online, Frankfurter Rundschau û Tagesspiegelê bobelata kana komirê bi awayekî berfireh weşandin.
- Îngilistan -
Saziya weşanê ya Îngilistanê BBCyê jî bûyera li Somayê zindî weşand. BBCyê destnîşan kir ku dibe ku hejmara miriyan zêde bibe. BBCyê malbatên ku ji xizmên xwe xeberekê dipên û xebatên filitandinê jî weşand.
Qenela nûçeyan SKYê ya Îngilistanê jî di rêza yekemîn de cih da bobelata kana komirê. SKYê ragihand ku hejmara miriyan dibe zêde bibe û malbatên li benda xeberê ne hêviyên wan kêm dibin.
Bobelatê di çapemeniya Îngilistanê de berfireh cih girt. Rojnemaya Guardînê bi manşetê "Di bobelata kana komirê de hejmara kesen mirî ji 200î zêde ye" derket. Rojnemaya Daily Telegraphê jî bi sernûçeya "Di teqîna kana komirê de bi sedan karker mirin" derket. Rojnemaya Independentê jî di sernûçeyê xwe de wiha got: "Di bobelata kana komirê de herî kêm 200 kes mir". Fînancal Tîmesê jî di sernûçeya xwe de heman îfade bi kar anî û got ku "Di teqîna kanê de 200 kes mir."
- Hollanda -
Televîzyona NOSê ya saziya weşana Hollandayê bûyera li Somayê bi sernûçeya "Di teqîna kanê de 201 kes mirin" weşand û cih da daxuyaniyên Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Taner Yildiz. Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku xebatên filitandinê berdewam in û Serokwezîr Erdaogan bernameya xwe ya Albanyayê betal kir.
Rojnameya De Telegraaf ya ku li Hollandayê xwediyê tîraja herî zêde ye di sernûçeya xwe de got ku "Bobelata kana komirê". Di nûçeyê de hat ragihandin ku di teqînê de gelek kes mirin, tê fikarkirin ku hejmara miriyan zêde be.
Rojnemaya Volkskrantê di nûçeyê xwe de destnîşan kir ku ji zêdebûna hejmara miriyan tê tirsîn. Rojnameyê cih da daxuyaniya Wezîr Yildiz ya ku gotibû "Hejmara miriyan zêde dibe".
- Spanya -
Çapemeniya Spanyayê nûçeyên xwe agahiyên ku ajansan berhevî kir û di rûpelên pêşîn de weşandin. Çapemeniya Spanyayê destnîşan kir ku ji ber bobelata kana komirê gelek karker mirin.
- Fransa -
Rojnameya Le Fîgaro ya Fransayê, di hesabê xwe yê Twîtterê de bûyer wek flaş ragihand û geşedanên bobelatê rojê pê de teqîp kir. Rojnameyê wêneyên ji cihê bûyerê jî weşandin û cih da daxuyaniyên Wezîr Yildiz.
Rojnameya Le Mondeyê jî destnîşan kir ku gelê Somayê debara xwe bi kankeriyê dike. Îlankirina şîna neteweyî ya 3 rojî jî di rojnameyê de hat weşandin.
- Danîmarka -
Bobelata Somayê di çapemeniya Skandînavyayê de bi awayekî berfireh hat weşandin. Qenelên televîzyonan yên Danîmarkayê nûçeyên xwe yên der heqê bobelatê de çapemeniya Tirkiyeyê çavkanî nîşan dan.
- Swêd -
Çapemeniya Swêdê di nûçeyên xwe de bi awayekî berfireh cih da bûyera li Somayê. Rojnameya Svenska Dagbladetê destnîşan kir ku piştî teqînê şewatê dest pê kir, bi sedan karker asê man, ji ber gaza karbonmonaksîtê karker mirin.
- Norwêc-
Rojnemaya Norwêcê Verdens Gangê ragihand ku hejmara kesên di bobelata kana komirê de mirin zêde dibe û qezaya kanê ji sala 1992an vir ve qezaya kanê ya herî mezin e. Rojnameyê got ku bi sedan kes di kanê de asê man û li Tirkiyeyê şîna neteweyî ya 3 rojî hat îlan kir.
- Yewnanistan -
Çapemeniya Yewnanistanê wêneyên xizmên karkeran yên li ber kanê dipên weşand û bûyera li Somayê bi sernûçeya "Payîna Bifikar" weşand.