Ji bo yên ku girîngiyê didin tenduristiya lingan, pêlavên Entabê yên herêmî "yêmenî" tên pêşniyarkirin.
Li ciyên dîrokî û tûrîstîk ên bajêr yêmenî tên firotin û tûrîst jî eleqeyeke mezin nîşanî pêlavan didin.
Mehmet Orhan Çakirogluyê ku bi vî karî re eleqedar dibe daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got malbata min 120 sal e bi vî karî re eleqedar dibe.
Çakiroglu diyar kir ku çermê orjînal di çêkirina pêlavan de diemilînin û got ji bo tenduristiya lingan baş e.
Çakiroglu diyar kir ku divê ciwan di ciyê babetan de yêmeniyan bikin piyên xwe û wiha xeberda: "Babet ji bo tenduristiyê ne baş in. Di yêmeniyan de piyê meriv xwêdan nadin û hênîk in. Ji ber vê di hewayên germ de tên pêşniyarkirin."