GAZÎANTEP
Di navbera Gazîantep û Erbîlê de seferên balafirê yên çûn û hatinê dest pê kirin.
Balafireke Rêhewaya Iraqê ya cureya CRJ 900 di saet 20.45an de li Balafirgeha Gazîantepê daket. Balafira ku bi 2 rêwiyan ve ji Erbîlê hate Gazîantepê ji hêla rêvebirên serkonsolxaneyê û nûnerên Tirkiyê yên Rêhewaya Iraqê ve hatin pêşwazîkirin. Her wiha fira ewil hat kirin. Piştî pêşwazîkirinê tîmê paste birî.
Serkonsolosê Iraqê yê Gazîantepê Sabah Al Dabbagh daxuyanî da nûçegihanê AAyê û daxwaz kir ku ev destpêk bibe destpêkeke baş û wiha got: "Wek Serkonsolosê Gazîantepê çi ji destê me hat me kir. Em bawer dikin ku em gihîştin encameke baş û me karekî baş kir. Firînên çûn û hatinê dê ji hêla aboriyê ve jî bandoreke baş bike. Berê karsaz dema ku dixwestin herin Iraqê bi rêbejê diçûn û herî kêm rojeke wan di rê de derbas dibû. Niha dê di nav saetê de bigihijin. Ev jî serkeftineke baş e."
Piştî merasîmê balafir firiya Erbîlê.
Firên di navbera Gazîantep û Erbîlê de, dê hefteyê du rojan, di rojên yekşem û pêncşemê de bên kirin. Balafir ji Erbîlê di saet 20.00an de dê bifire Gazîantepê. Ji Gazîantepê jî dê di saet 22.00an de bifire Erbîlê.