Sertaç Bulur
04 Tebax 2021•Rojanekirin: 05 Tebax 2021
Wezareta Karên Navxweyî daxuyand di çarçoveya operasyonên Eren-13yê da li çol û bestên Çiyayê Herekolê ya li Perwariya navçeya Sêrtê 2 terorîst hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya Wezaretê da hat gotin di çarçoveya operasyonên Eren-13yê da Qomandoyên Cendirme û Hêzên Tevgera Taybet a Cendirmeyan (JOH) bi serkêşiya Fermandariya Herêma Cendirmeyan a Şirnexê li çol û bestên Çiyayê Herekolê ya li Perwariya navçeya Sêrtê oprasyonek kirin.
Di operasyonê da J-SÎHA û firoke hatin bikaranîn û 2 endamên rêxistina terorê hatin berterefkirin.