ÎSTANBÛL
Endama Hîndekariyê ya Fakulteya Zanistên Tenduristiyê ya Zanîngeha Nûh Nacî Yazgan Prof. Dr. Nerîman Înanç got ku di paşîva de xwarinên ku şekirê xwînê zû naguherînin û ber dilê mirovan digre bixwin û wiha dewam kir: "Li gor zanistê jî hat îspatkirin ku qedehek jîr li ber dilê mirovan digre û mirovan 5 saetan têr dihêle. Divê di paşîva de qedehek şîr bê vexwarin."
Înançê daxuyaniyek nivîskî belav kir û di daxuyaniyê de diyar kir ku îsal rojî dê di mehên havînê de bê girtin, ji ber vê divê welatî baldar bin, laşê xwe bê av nehêlin.
Înançê got ku xwarinên ku tê de proteîn zêde ye, demeke dirêj di dil de dimînin û mirovan têr dihêlin û got ku divê kesên ku rojî digrin teqez rabin paşîva, bê paşîv rojiyê negrin.
Înançê wiha dewam kir: "Di paşîve de xurekên ji hêla proteînê ve dewlemend in bixwin. Ev xurek demeke dirêj di dil de dimînin, ji bo vê jî mirov zû birçî nabe. Divê di paşîva de teqez qedehek şîr bê vexwarin. Lewra rûnê şîr demeke dirêj di dil de dimîne û nahêle mirov zû birçî bibe."