21 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 22 Rêbendan 2016
ANKARA
Wextê ku ji bo razandina xercê Azmûna Hîndekariya Bilind (YGS) hat terxankirin, îro dê biqede.
Serîlêdana YGSyê duhê bi dawî bibû. Wextê ku ji bo razandina xercê serîlêdanê hat terxankirin jî îro bi dawî dibe.
Namzed ji bo serîlêdana YGSyê divê 55 lire, ji bo derbasbûna bêazmûn jî divê 15 lîre razînin.
YGSyê di 13ê adarê roja yekşemê di rûniştinekê da were kirin. Azmûnê di saet 10.00an da dest pê bike û dê 160 deqîqe bidome. Encam dê di 25ê adarê da bên ragihandin.