10 Sibat 2016•Rojanekirin: 10 Sibat 2016
ANKARA
Li Diyarbekir-Sûr, Mêrdîn-Dargeçit, Mêrdîn-Nisêbîn, Şirnex-Cizîr, Şirnex-Hezex û Şirnex-Silopiyê ku qedeya derketina derva heye, ji bo xebatkarên kamuyê û namzedên ku li van navçeyan dijîn dema serlêdana Ezmûna Derbasbûna Perwerdeya Bilind (YGS) îro diqede.
Serlêdanên ji bo Pergala Bicîbûn û Hilbijartina Xwendekaran (OSYS) di navbera 6 û 21ê rêbendanê dihatin kirin. Lê Lijneya Rêvebiriya OSYMyê li Diyarbekir-Sûr, Mêrdîn-Dargeçit, Mêrdîn-Nisêbîn, Şirnex-Cizîr, Şirnex-Hezex û Şirnex-Silopiyê ku qedeya derketina derva heye, ji bo xebatkarên kamuyê û namzedên ku li van navçeyan dijîn dema serlêdana Ezmûna Derbasbûna Perwerdeya Bilind (YGS) heta 10ê sibata 2016an dirêj kiribû.
Ezmûna YGSyê wê 13yê adarê da were kirin.