Arîkarê Mûdirê Ewlekariya Stenbolê yê teqawit Ali Fuat Yilmazerê ku berpirsiyarê şaxa îstixbaratê bû îdia kir ku telîmata belavkirina wêneyê girtiyên KCKê yên ku di 2009an de li Diyarbekirê kiribûn yek rêzê Beşîr Atalay da. Atalay jî îdiaya Yilmazer ji bo Anadolu Agencyê (AA) nirxand.
Atalay bal kişand ku naxwaze wan kesên ku van îdiayan davêjin holê muxatab bigre û wiha domand: "Lê belê ji bo ku mijar rast û durist bê fêmkirin û ji bo ku bikeve nava qeydan ez dixwazim bêjim îdiaya ku dibêje ez ji belavkirina wî dîmenî haydar bûm ji binî ve vir û îftira ye."
Atalay anî ziman ku weşandina wî wêneyî hem Birêz Serokwezîrê me, hem ez û hem jî hikûmeta me gelekî aciz kir. Dîmenekî wisan e ku em tu wextî naxwazin bê belavkirin û a niha jî ev hewl rasterast êrîşê dibe li ser prosesa aştiyê. Ev saranser dek û dolabek e ku armanca wê astegkirina pêvajoya çareseriyê ye. Ji bo tesbîtkirina kesê ku ev dîmen kişandibû û belavkiribû me li gel walî û midûrên xwe yên wê çaxê gelekî hewl dabû, lê belê mixabin em rastî wî kesî nehatin. Guherandina mijar û nîqaşê îro jî helwesta provokasyonekê di xwe de dihewîne."