DIYARBEKIR
Serdana Serokwezî Recep Tayyîp Erdogan a li Diyarbekirê îro dest pê dike û 2 roj didome. Serokwezîr Erdogan dê di çarçoveya vê serdanê de here sera Şaredarê Diyarbekirê Osman Baydemîr jî.
Baydemîr dê li Balafirgeha Diyarbekirê pêşwaziya Serokwezîr Erdogan bike û dê Serokwezîr Erdogan jî li meqama Osman Baydemîr serdana wî bike.
Li xaçerêyê xebatên birêkûpêkkirinê û platforma ji bo axaftinê û cihên protokolê jî hatin amadekirin.
Ji ber bernameyê li Diyarbekirê di otêlan de cih nema. Ji bo bernameya ku dê Serokê Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) Mesûd Barzanî û hunermend Şivan Perwer jî beşdar dibin, 32ê wî biyanî bi tevahî 245 rojnamevan li Midûriyeta Têkiliyên Gel û Çapemeniyê ya Walîtiya Diyarbekirê akredîte kirin.
Barzanî jî dê biçe serdana Baydemîr
Serokê Herêma Kurdistana Iraqa federal (HKIF) Mesûd Barzanî li ser vexwendina Serokwezîr Erdogan hat Diyarbekir û dê Mesûd Barzanî di 17ê mijdarê de biçe serdana Osman Baydemîr.