Elif Irmak
07 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2020
Di operasyona ku Edene navend li 4 bajêran hat kirin da bi îdiaya ku selefxuriyê dikin 9 jê jin 22 gumanbar hatin binçavkirin.
Ekîbên Amîriya Buroya Malî ya Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Organîze û Qaçaxçîtiyê ya Midûriya Ewlehiyê ya Bajêr dijî gumanbarên ku tevî sûcên "selefxurî" û "talan"ê bûne teqîba teknîk û fizîkî da destpêkirin. Ekîban bi xebata ku kirin nasname û navnîşana 24 gumanbaran tesbît kir.
Ji bo girtina gumanbarên ku der heqê wan da biryara girtinê hat derxistin li Edene, Mêrsîn, Stenbol û Çanakkaleyê şefeqê operasyona di heman demê da hat lidarxistin.
Di operasyona ku ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê jî piştgirî dayê da 9 jê jin 22 bersûc hatin girtin.
Hat îdiakirin ku bersûcan bi faîzê pere daye 177 kesan û 14 milyon lire qezanca neheq bi dest xistiye, hin gumanbarên jin jî deyndar tehdîd kirine.
Li Yekîneya Tibê Edlî ya Edeneyê piştî kontrola tenduristiyê gumanbar birin ewlehiyê.
Li 2 gumanbarên ku li navnîşana xwe nebûn jî digerin.