Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz got: "Em her tim dibêjin ku em ê bi biryardarî li hember gendeliyê têbikoşin. Em li dijî gendelî û bêrêtiyê ne. Endezyariya siyasî bêrêtiyê, gendelî jî endezyariya siyasiyê maqûl nake."
Yildiz beşdarî bernameyeke televizyona Haberturkê bû û der barê rojevê de sual bersivand.
Ji Yildiz pirsîn kirin ku "Gelo di qezenca petrola Iraqê de rewşa Halkbankê diyar bû? Tu bankeyeke dewletê hê bi vê re têkildar e an na? Yildiz wiha bersivand:
"Em dizanin ku daxwazeke Malikî ya wisa heye lê hê diyar nîne û biryar nehatiye dayîn. Di navbera me û Barzanî de peyamanên dewletê û saziyên taybet hene, ya meqbûl jî ew e. Li gor peymanan divê li Tirkyeyê be. Di vê em di konjekturê de Halkbankê tercîh bikin. Li Bexda û Hewlêrê em bi Alikarê Serokê Iraqa Navendî Şehristanî ve hatin bal hev. Li Bexdayê bankê DYAyê hatin rojevê. Lê min ji wan pirsî ku ev daxwaza we ye an ya rayedarên DYAyê ye? Gotin 'ev daxwaza me nîne. Me jî got 'wê çaxê bila DYAyî daxwaza xwe ji me re bêje.' Salane di navbera 12 û 15 milyar dolarî ve em ê dest pê bikin. Belkî zêde bibe û xwe bigihîne 35 milyar dolarî jî."
Yidiz diyar kir ku ji DYAyê hê daxwazek nehatiye û wiha berdewam kir:
Em ê wê çaxê cihê xwe rind bigrin. Me got em ê vî karî bi bankeyeka dewletê pêk bînin ku hewce bike em ê bi Halkbankê bikin. Zirara Halkbankê ji 2 milya dolarî zêdetir bûye. Me bi keda xwe ya salan ev anî vê rojê. Wan saziyan zirar dikir. Qey em ê guleyê berê nigê xwe? Gava ku Halkbank zirar dike zirara wê digihêje kê divê em vê rind bibînin. Em her tim dibêjin ku em ê bi biryardarî li hember gendeliyê têbikoşin. Em li dijî gendelî û bêrêtiyê ne. Endezyariya siyasî bêrêtiyê, gendelî jî endezyariya siyasiyê meqbûl nake. Em li aliyê gendeliyê nînin. Me ev fîlm gelek caran dîtibû. Tezkereya 1ê adarê, partî girtin, e-muxtira. Di van giştan de ji me re emr tayîn dikirin. Bi îzna Xwedê em ê ji vê jî xilas bibin."