DIYARBEKIR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) Mesûd Barzanî wiha got: "Em bi hemû hêza xwe piştgiriyê didin pêvajoya çareseriyê û em ê piştgiriyê bidin pêvajoyê."
Serokê Herêma Kurdistana Iraqa Federal Barzanî li ser vexwendina Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan hat Diyarbekirê. Barzanî di merasima li Xaçerêya Kantarê de axivî û destnîşan kir ku îro kêfxweş û bextewar e û wiha got:"Dibînim ku serokeke Tirk behsa biratiyê dike û rêya rast dişopîne. Bi hatina Birêz Recep Tayyîp Erdogan a li Erbîlê, êdî înkar û tunekirina gelê Kurd ji holê rabûye."
Barzanî diyar kir ku ez îro hatime serdana Diyarbekirê û Diyarbekiriyan û wiha got:"Ev ji bo rojeke dîrokî û fersendeke mezin e ku ez hitima Diyarbekirê."
Barzanî destnîşan kir ku êdî wext hatiye ku gelên Rojhilata Navîn bi hev re bijîn û wiha axivî:
"Divê êdî dîrokeke nû bê nivîsandin. Divê em hev qebûl bikin û bi hev re bi biratî bijîn. Bi vê em dikarin bi hev re bi bextewarî bijîn. Şer hatin ceribandin, kesî ji şer tu xêrekê nedît. Edî xorteke Tirk xorteke Kurd nakuje yan jî xorteke Kurd xorteke Tirk nakuje. Ev êdî li paş maye."
"Bingeha aştiyê hat avêtin"
Barzanî destnîşan kir ku Serokwezîr Erdogan ev telel avêtiye û wiha got:"Bingeha aştiyê hat avêtin. Em ji Birêz Recep Tayyîp Erdogan re sipasdar in."
Barzanî bangî Tirk û Kurdan kir ku bila piştgiriyê bidin aştiyê û wiha peyivî:"Tekoşîna ji bo aştiyê tekoşîneke zor û zehmet e. Tenê mirovekî wêrek dikare vê tekoşînê bide. Rêya aştiyê her çiqas dûr be jî ji şer çêtir e." Barzanî diyar kir pêvajoya çareseriyê gaveke girîng e û wiha dewam kir:
"Em bi hemû hêza xwe piştgiriyê didin pêvajoya çareseriyê û em ê piştgiriyê bidin. Em hemû jî dizanin ku 15-20 sal berê me nikaribûn wiha bihatana cem hev û biaxivin. Ev jî encama biratiyê ye û ez bawer im ku dê ev pêvajo bigihîje encamekê. Çiqas dem pêwist be divê em vê demê bidin aştiyê. Ji ber ku ez li vir im, ez bextewar im."
Barzanî di encama axaftina xwe de bi tirkî û bi kurdî wiha got:"Bijî biratiya Kurd û Tirkan, bijî aştî, bijî azadî."