DIYARBAKIR
Şaredarê Şaredariya Mezin Osman Baydemîr û Parlementerê Serbixwe yê Mardînê Ahmet Turk piştî serdana Serokwezîr Erdogan a Şaredariya Mezin a Diyarbekirê bersiv dan pirsên rojnamevanan yên der barê serdanê de.
Baydemîr bi gotina "Hevdîtineke gelek xweş bû" dest bi axaftinê kir û bi bîr xist ku ev yekem serdana Serokwezîr Erdogan a Şaredariya Mezin a Diyarbekirê ye.
Baydemîr got, "Hêvîdar im ku ev hevdîtin piştgiriyê bide aştiyeke mayinde ya ku li ser bingeha wekhevî û azadiyê hatiye avakirin" û li ser pirsa rojnamevanekî ya wekî "Ev roj, rojeke dîrokî ye? " wiha bersiv da: "Di navbera min û Serokwezîr de henekeke wiha jî derbas bû. Min gote wî 'Birêz Serokwezîr ez diçim û tu hatî, heke tu berê bihatayî dê min çend proje ji te bistanda. Lê sîstema me ya bi rayên sivik bi temamî amade ye, em di merhaleya îhaleyê de ne. Projeya Geliyê Dîcleyê jî amade ye.' Em bi Serokwezîr Erdogan re li ser van her du projeyan axivîn. Bawer im me ji bo van her du projeyan qet nebe ji bo yên ku piştî me bên, dê deriyekî veke. Li Diyarbekirê înşallah hevkariya şaredarî, rayedarên heremî û wezaretên eleqedar çêbe."
Rojnamevanan pirsîn ku Serokwezîr Erdogan li ser heneka Baydemîr bertekeke çawa da, li ser vê yekê Baydemîr got ku wî jî henek kir.
"Ev heyam êdî heyama diyalogê ye"
Parlementerê Serbixwe yê Mardînê Ahmet Turk jî diyar kir ku Tirkiye ji bo pirsgirêka kurdan û rûdanên li Rojhilata Navîn di nav pêvajoyeke gelekî krîtîk de ye. Turk destnîşan kir ku ji bo ku ji vê merhaleya krîtîk derbas bibin, divê bi çavê biratiyê li mijarê binêrin.
Turk destnîşan kir ku Baydemîr hem li ser navê komê hem jî li ser navê Şaredaeriya Mezin ya Diyarbekir, daxwzan anî zimên û wiha axivî: " Em ji serî de dibêjin, ev heyam êdî heyama diyalogê ye. Divê ev diyalog biguhere muzakerayan. Em diyar dikin ku divê êdî kurdan wek neteweyekê bibînin û mijarê bi wî awayî li ser mijarê bisekinin. Ez dixwazim diyar bikim ku heke maf û hiquqa kurdên ku yek ji gelên qedîm yê vî welatî ye, nedin ber çavan dê pêvajo hinek zehmet derbas be. Hêvî dikim ku em bi nêrîneke ku mafê kurdan dixwaze ji vê heyama krîtîk derbas bibin. Hêviya me ev e."
Turk got, "Em dixwaz in ku serdana Diyarbekirê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdan bibe pêngavek" û der barê hevdîtina Serokê HKIFyê Mesud Barzanî û Serokwezîr Erdogan ya li Diyarbekirê de wiha axivî: "Birêz Barzanî îro ji bo hevdîtina Serokwezîr hat Diyarbekirê. Tabî ev der Amed e, ji bo kurdan cihekî gelekî girîng e. Barzanî îro li Amedê tê xaka xwe, nava gelê xwe. Em ji bo mazûbantiyê berpirsyariyê xwe dê bi cî bînin. Helbet gelek tiştên ku em ê nîqaş bikin hene. Lê dibe ku îro ne cih û ne jî wextê nîqaşkirina van tiştan be. Em dizanin ku bêdiyalogiya di navbera kurdan de, bi taybetî azardediliya li Rojavayê di rojeva kurdan de ne. Li rojava yekitiya hemû kurdan ya bi vînek û daxwazên hevpar ji bo me girîng e."