30 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 31 Cotmeh 2015
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der heqê encama hilbijartina ku wê di 1ê mijdarê bê kirin de got: "Serê sibeha 2yê mijdarê tercîha gelê me bi kîjan îstiqametê ve be emê jî bê guman hurmetê nîşanî wê îstiqametê bidin û li wê encama ku ji sandoqê derketibe xwedî derbikevin û paşê jî bi îzna Xwedê em naxwazin ku ew pirsgirêkên ev 5 meh in Tirkiye di nav de ye careke din dubare bikin."
Erdogan di Resepsiyona Salvegera Sala 92yemîn Damezrandina Komarê ku li Kuliyeya Serokomariyê hat lidarxistin de pirsên rojnamegeran bersivand.
Serokomar destnîşan kir ku di bernameyên ji bo pîrozbahiyê hatin kirin de hin sepandinên nû ketin rewacê û pîrozbahî jî gelekî baş derbas bûn.
Merasimên Cejna Komarê ya ku li Navenda Çandê ya Atatirk hat kirin di rojeva Serokomar Erdogan de cih girt û wî ragihand ku di merasimê de dîmenên sivîlbûnê derketin pêş û wiha pê de çû: "30yê Tebax cejnek e ku hêzên meyên çekdar tê de zêde xuya dikin lê cejna 29ê Cotmehê meclis û gel bi dewletê re tên bal hev. Ji ber vê yekê jî me xwest ku di demeke wiha de em wiha pîroz bikin."
Di nav rojnamegeran de yekî ji Serokomar pirsî: "Di 1ê Mijdarê de hilbijartin e û di 2yê mijdarê de wê rewşeke çawa li Tirkiyeyê derbikeve, hûn çi difikirin?" Serokomar Erdogan wiha bersiv da: "Serê sibeha 2yê mijdarê tercîha gelê me bi kîjan îstiqametê ve be emê jî bê guman hurmetê nîşanî wê îstiqametê bidin û li wê encama ku ji sandoqê derketibe xwedî derbikevin û paşê jî bi îzna Xwedê em naxwazin ku ew pirsgirêkên ev 5 meh in Tirkiye di nav de ye careke din dubare bikin. Em dibêjin ku bêyî van pirsgirêkan em pêşerojekê ava bikin lewra wexta Tirkiyeyê ji bo wendakirinê tuneye û ji bo vê jî tehamula me tuneye. Ji ber vê jî roja yekşemê ji bo pêvajoya 2023yan pir girîng e û ez wisa bawer dikim ku miletê me jî wê tercîha xwe ji bo vê îstiqametê bi kar bîne."
Erdogan destnîşan kir ku li welatên îstiqrar lê heye di şûna koalîsyonê de rêvebirina partiyekê heye û wiha dewam kir: "Ez wisa hêvî dikim ku gelê me fersendê nede koalîsyonê û desthilatdariyeke bi tena serê xwe derbixe û ev yek wê ji bo parastina wê ewlehî û îstiqrara ku me di nav 12-13 salan de bi cih kir, bibe fersend."