ANKARA
Encamên teqez yên hilbijartina herêmî ya 30ê adarê eşkere bûn. Ak Partiyê di hilbijartinên serokatiya şaredariya bajarê mezin de ji dengan sedî 45,54 deng hilda û bû partiya yekem. Di hilbijartinên bajarên mezin de CHPê ji sedî 31,04, MHPê ji sedî 13,65 rey hilda. Di hilbijartinên serokatiya şaredariyê de jî Ak Partiyê ji sedî 43,13, CHPê ji sedî 26,45, MHPê ji sedî 17,76 rey hilda.
Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (LHB) Sadî Guven der barê encamên hilbijartina herêmî ya 30ê adarê de civîna çapemeniyê li dar xist.
Guven bi bîr xist ku 26 partiyên siyasî beşdarî hilbijartinê bûn û ji bo 30 bajarên mezin, 51 şaredariya bajêr, 961 navçe, 390 serokatiya şaredariya bajarokan, 20 hezar 500 endamtiya meclisa şaredariyê, hezar û 251 endamtiya meclisa giştî ya bajêr, 49 hezar 707 endamtiya meclisa mixtaer û heyeta îxtiyaran hilbijartin hat kirin.
Guven ragihand ku di bajarên mezin de ji 40 milyon 727 hezar û 194 hilbijêran 36 milyon 440 hezar û 968 hilbijêrî reya xwe avêt û rêjeya beşdarbûna hilbijartinê ji sedî 89,48 e.
- 13 hilbijartin hatin betalkirin
Guven got ku ji hilbijartinên ku hatin kirin 13 hilbijartin hatin betalkirin. 13 cihî hilbijartin dê cardin bên kirin.
Piştî daxuyaniyê encamên teqez ên ku dê di Rojnameya Fermî de bê weşandin li rajnamegeran hat belakirin.